Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Divê Pêşmerge hêzeke Kurdistanî û yekgirtî be, ne hêza partiyan be

Zaxo-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragehand, nabe hêzên Pêşmerge hêzên partiyan be, divê hêzeke yekgirtî ya Kurdistanî ya bihêz û şidyayî û bi rêzkarî ango disîplîna hemdemî ve bê bi bingeh kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12.11.2019ê beşdarî 26.mîn dewreya perwerdeya akademiya leşkerî ya Zaxoyê bû û gotarek pêşkeş kir.  Û diyar kir, Akademî cîhê serbilindiyê ye û Pêşmerge jî hêzeke xwedî moral û aştîxwaz û dostê jiyanê ye û dewreya perwerdê û gehandinê jî wek pêwîstiyekî giring bo efseran pênase kir.

Herwaha diyar kir, erkê Pêşmergetî li erkê herî pîroz ê Kurdistanê ye ‘’Hûn li hêzên Pêşmerge û hêzên din berdewam di asta bendewariya gel de bûn, DAIŞê we şikand û ev belgeya herî mezin e ku Kurdistan berdewam bi we serbilind e.’’

Herwaha pêwîst zanî ku Pêşmerge hêzekî li ser bingehên mirovî hatibe rêxistin kirin û li gor rêkeftinên taybet derbarê şer de hatine kirin be. ‘’Nabe Pêşmerge hêza partî û alî û gruban be. Divê Pêşmerge dûr be ji nakokî û milmilaneyên navxwe û bo çemkên siyasî û pirsgirêkên siyasî bi ti awayekî nabe hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bikarbê.’’

Herwaha got, divê Pêşmerge bixwe jî qebûl neke Pêşmergeyê partî û aliyan be. Ji ber Pêşmergeyê Kurdistanê û destkewtên vî gelî be û hêzek be di asta bersiv dana hemû metirsiyên li ser Kurdistanê be.

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Pêşmerge û xwebexşan di şerê dijî DAIŞê de bi merdane berevanî kirin û qurbanên mezin dan. Ev şer bo Pêşmerge hem ezmûnekî nû bû û hem giran bû, derfetek jî bû ku em kemasiyên xwe yên leşkerî em baş bibînin û wane û ders bû ku em bizanin çawa hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî li ser bingehên leşkerî ava bikin. Şerê terorîstên DAIŞê de ti cudayî li ser bingehên partiyan nehatin kirin. Metirsî û gef wek yek li ser me hemûyan bû û ser hemû Kurdistanê bû. Ji ber wê pêwîst bû Pêşmerge jî yê hemû aliyan be. Bi yek hêz û yekgirtiyê li heman çeperî de berevanî bidin û li gel yek qurbanî bidin.’’

Barzanî teqez kir, divê hêzeke yekgirtî ya Kuridstanî ya nizamî şidyayî, bi rêzkarî û disîplîna hemdemî ve em bi bingeh bikin. Hêzekî li yek navendê ve bê kontrol kirin û rêveberiya wê bê kirin û bibe yek ji rûyê diyar û biheybet ê herêma Kurdistanê. Hêzekî bi perwerde û rahênan û fêrbûna berdewam û wergirtina zanistê nû ve, bihêz û pirçek kirî be. Herwaha jiyan û debarekî baş bo hemû efser û karmend û endamên wê hêza niştimanî bê ava kirin.

Nêçîrvan Barzanî dawiyê de jî spasiya hêzên hevpeyman û welatan kir ku alîkariya herêma Kurdistanê kirine. Herwah silav û rêzên xwe ji şehîdan re û hêviya silametiyê bo birîndarên şerê dijî DAIŞê jî anî ziman û bilêv kir.