Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Iraq deyndarê 120 milyar dolar e.. 900 milyar dolar jî winda ye

Bexda-KDP.info- Parlamentera berê ya Iraqê Necîba Necîb ragihand ku di nava 15 salên derbasbûyî de ji ber gendeliyê 900 milyar dolar pereyên Iraqê winda ne û vala çûne, herwiha Hikûmeta Iraqê jî bi qasî 120 milyar dolar deyndar e.

Necîba Necîb ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa xerab a niha li Iraqê û xwepêşandanên Iraqê ji ber gendeliyê û nebûna edaletê ye di 15 salên borî de. Pirsgirêk ne ji hikûmeta niha destpê kiriye. Pêwîst e hikûmeta niha ku tenê ev salek e hatiye avakirin, derfetê bibîne ku karên baş bike û çaksaziyan bike û daxwazên xwepêşanderan cîbicî bike.”

Wê siyasetmedara Kurd wiha got: “Di nava 15 salên derbasbûyî de 900 milyar dolar ji ber gendeliyê winda bûye û vala çûye û kes nizane çawa hatiye xerickirin. Herwiha Hikûmeta Iraqê deyndarê 120 milyar dolar e.”