Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Vatîkan: Xebata Pêşmerge ji bo hemû mirovatiyê bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Vatîkan li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku Hêzên Pêşmerge kar û xebatek kirin ku ji bo hemû mirovatiyê bû.

Îro Yekşema 10.11.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alberto Ortega Martín Balyozê Vatîkan li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Vatîkan li Iraqê spasî rola Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şikandina terorîstên DAIŞê de kir û ragihand tişta ku Pêşmerge kir karek bû ji bo hemû mirovayetiyê.
Herwiha şanda mêvan pêzanînên xwe hemû jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di rojên teng de koçber û pêkhatên olî û netewî parastin û deriyê xwe ji bo wan vekirin.
Di beşeke dinî civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nerazîbûn û xwepêşandana xelkê li Bexdayê û parêzgehên din li başûrê Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser rewayiya ya daxwaziyên welatiyan û xwepêşandana aştiyane kirin û herdû alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku tundutîjî ji aliyê her aliyek bê kêşeyên Iraqê kûrtir dike.
Pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê de mijareke dinî vê hevdîtinê bû.