Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: PYD û ENKS yek bin dê karibin destkeftên baş li Sûriyê bidest bixin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dîbeyta roja yekem a karên Hevdîtina MERI 2019 de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ragihand, pêwîst e herdu alî PYD û ENKS yekgirtî û yekrêz bin, heger ew yekrêz bin, dikarin li Sûriyê destkeftên baş bidest bixin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Civîna me ya îro bi beşdariya Serokomar Berhem Salih û hemû aliyên siyasî, li ser rewşa ku niha li Bexdayê heye bû. Me ew rewş nirxand. Em ne bêbeş in û nikarin xwe ji tiştê li Bexdayê rû dide bêbeş bizanin, bi awayekî ji awayan bandora wê li ser Herêma Kurdistanê jî heye.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Em daxwaza xwepêşanderan bi rewa dizanin. Divê em bizanin jî ku tenê Serokwezîr jî ne berpisyar e. Koma sîstema siyasî ya Iraqê berpirsyar e. Serokwezîr salek e desthilat wergirtiye, koçana sihrî di destê wî de nîn e, ku hemû pirsgirêkan çareser bike. Divê demeke zêde jê re were dayîn. Lê xelk ji sîstema siyasî ya pişkpişkiya partîtî westiyane.”

Got jî: “Ev yekem car e, Herêma Kurdistanê ji rewşa niha ya Bexdayê û navçeyên din bi cidî nîgeran e. Îro me bi firehî ew pirs guftûgo kir. Me tekez kir jî, em amade ne bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, hevkariya Bexdayê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ragihand, “Pêwendiya telefonî di navbera min û general Mezlûm Ebdî de hebû û piştî pêwendiyê, min daxwaza wî gihand Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.”

Derbarê operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de jî got: “Heger em behsa niha bikin, pêwîst e em hinekî li paş vegerin, mixabin, pêwîst e em Kurd dîrokê bi hûrî bixwînin, bo jê fêr bibin, divê em ji şaşîtiyên xwe sûdê werbigirin. Ji destpêkê ve ez di nava wê pirsê de bûm, destpêkê pirsgirêka Tirkiyê ne bi Kurdên Sûriyê re bû, pirsgirêk bi PKKê re bû. Tirkiyê digot, em qebûl nakin alên PKKê li sînorê xwe bibînin. Me jî her dem bi Kurdên Sûriyê re digot, ev xetereyeke mezin e. Daxwaza me ji partiyên wê derê ew e, xwe ji PKKê cuda bikin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Mixabin, mezitirîn pirsgirêk ew e, PKKê hewl da rewatiya xwe bi riya Kurdên Sûriyê re werbigire, di encamê de jî ev bela bi serê Kurdan de hatiye, ji encama siyaseta şaş a hatiye kirin de bû.”

Amaje bi wê jî da: “Çendîn car min pêwendiya telefonî bi general Mezlûm re kir û min ew dît jî. Dema Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatiye Hewlêrê, min jê daxwaz kir ku hewla çareseriyeke aştiyane bi Şamê re danin, çareseriyek ku bikare pirsgirêka Kurd di hundirê Sûriyê de çareser bike.”

Amaje bi wê yekî jî da, Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî û Ewropa roleke sereke û alîkariyeke baş kir di şerê li dijî DAIŞê de, lê siyaseta wê li Sûriyê ne zelal e. Divê krîza Sûriyê bi aştiyane bê çareserkirin.

Got jî: “Ji hêzên bi artêşa Tirkiyê re hatine gelekî nîgeran in, ji ber ku ew hêz li Efrînê karên gelekî xirap dikin, em nîgeran in ku kiryarên xirap careke din dubare bibin. Herêma Kurdistanê gelekî ji hatina koçberan nîgeran e, ji ber ku koçberan baregekî mezin daniye ser milê Herêma Kurdistanê. Herwiha em gelekî ji pirsa DAIŞê nîgeran in, ji ber ku hîna hizra DAIŞê heye û têk neçûye. Her tiştê ji destê me bê bo kêmkirina êş û azara Kurdên Sûriyê, em dikin. Lê berpirsatiya me, Herêma Kurdistana Iraqê ye, em destêwerdana di karûbarê ti dewletekê de çi Sûriye, Tirkiye û Îranê de nakin. Em dikarin bibin fakterekî alîkar bo çareserkirina rewşa wan.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir: “Daxwaza me ew e, herdu alî PYD û ENKS yekgirtû û yekhelwest bin, divê ew bi hev re kar bikin, heger bi hev re bin, ew dikarin hem bi Sûriyê re û hem di nivîsîna destûr de jî dikarin destkeftên baş bidest bixin.”

Li ser rewşa Bakurê Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê, pirsgirêkeke cidî ye. Me roleke bilind girte ber bo proseya aştiyê li Tirkiyê destpê bike. Niha jî hemû hevdîtinên me bi berpirsên Tirkiyê re piştguh nekiriye. Dixwazin tenê alîkar bin û divê pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bi aştiyane û dûrî tundûtûjiyê û di çarçoveya Tirkiyê de bê çareserkirin. Pirsgirêk bi bijaredeya leşkerî çareser nabin.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi pêwendiya bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî kir û got: “Axaftina ku pêwîst bû, me ji General Mezlûm re gotiye, û wî jî guhadariya me kiriye û bi axaftinên xwe de jî berdewam dibin. Berdewambûn jî ne bi wateya ku em rê bo nîşan bidin, belkû ezmûneke me heye û li gor ezmûna me, ewê bo wan baş e, ji wan re nîşan didin. Çi alîkar pêwîst be, heta niha me kiriye û berdewam jî dibin.”