Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Partiyên Kurdistanê: Bila xelkê me piştrast bin ku emê bi yekrêziyê kar bikin û destkeft û berjewendiyên Kurdistanê biparêzin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Serokmarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, ligel partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya ji bo gotûbêjkirina rewşa Iraqê û eger û pêşhate û bandora wan li ser proseya siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Piştî civînê, daxuyaniyek hat belav kirin û tê de hat: “Di civînê de hemû aliyan tekez kirin ku tişta ku niha li Iraqê çêdibe ji ber kêmasiyên salên derbasbûyî ye û ji ber ku destûrê Iraqê nehatiye cîbicîkirin. Lewma jî amadebûyê civînê ji ber rewşa Iraqê dilgiraniya xwe nîşan dan. Herwiha tekez kirin ku ew ligel daxwazên rewa yên xelkê Iraqê ne û ew piştgîriyê dikin li pêngavên Hikûmeta Iraqê ji bo encamdana çaksaziyê û cîbicîkirina daxwazên xwepêşanderan.

Amadebûyên civînê, herwiha tekez kirin ku pêwîst e partiyên siyasî yên Kurdistanê alîkariya Iraqê bikin ji bo derbaskirina vê kirîza niha û ji cîbicîkirina rêveberiyeke dirist û cîbicîkirina pêngavên çaksaziyê. Derbarê hewlên guhertina destûrê Iraqê jî, tekez kirin ku nabe her guhertinek di destûr de dest li sîstema federal û maf û azadiyên tevahiya pêkhateyên Iraqê û maf û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê bidin û divê hebûna destûrî ya Kurdistanê parastî be.

Amadebûyên civînê tekez kirin ku karê herî sereke yê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê û aliyên wê yên siyasî divê parastina aramî û destkeft û berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bin li dijî terorê û ji bo berdewamiya proseya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê û piştgiriya çaksaziyên Iraqê jî. Ji bo wê yekê jî bila xelkê Kurdistanê piştrast bin ku emê bi yekrêzî û yekhelwêstiya kar bikin û destkeft û berjewendiyên Herêma Kurdistanê biparêzin.”