Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hersê Serokatiyên Kurdistanê: Nabe di guhertina destûr de dest li mafên Kurdan bidin

Hewlêr-KDP.info- Hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê civiyan û di civînê de, biryareke hevpişik dan derbarê egerên guhertina destûrê Iraqê û mafên xelkê Kurdistanê û gotin nabe di guhertina destûr de destkariya mafê Kurdan bê kirin.

Îro Sêşema 5/11/2019, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Rêwaz Fayeq Seroka Perlemana Kurdistanê û cêgir û alîkarên wan li avahiya serokatiya Herêma Kurdistanê rewşa Iraq û deverê gotûbêj kirin. Derbatrê her pêşhat û egerekê bo guhertina destûrê Iraqê biryar dan, ku nabe di guhertina destûr de dest li mafên Kurd bidin.

Hersê serokatiyên Kurdistanê yeknerîn bûn li ser wê yekê ku divê bi hûrî berjewendiyên gelên Iraqê û Herêma Kurdistanê liberçav bên girtin.

Herwiha gotin ku pirsgirêkên ku li Iraqê hene piraniya wan ji ber wê yekê ne ku destûrê Iraqê nehatiye cîbicîkirin û her guhertinek di destûr de divê mafên destûrî û yasayî û îdarî yên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên Iraqê tê de parastî bin.