Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Baregeha Barzanî: Serok Barzanî negotiye bila destkariya madeya 140 bê kirin

Hewlêr-KDP.info- Baregeha Serok Barzanî derbarê hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û siyasetmedarê Iraqê Eyad Ellawî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku nûçeyên ku li ser wê civînê tên gotin nerast in û derew in.

Ofîsa Ragihandinê ya Baregeha Serok Mesûd Barzanî îro Yeşkema 3.11.2019, daxuyaniyek derbarê civîna Serok Barzanî û Eyad Ellawî de ku roja 07.10.2019an pêk hatibû, belav kir.

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “Beşek ji kenalên ragihandinê nûçeyeyên xapandina xelkê belav kirine ku goya di dawîn dîdara Serok Barzanî û birêz Eyad Ellawî de behs li ser destkarîkirina di madeya 140 û guhertina destûra Iraqê hatiye kirin û Serok Barzanî rizamendî nîşan daye ku di madeya 140 de destkarî bê kirin.”

Baregeha Serok Barzanî tekez dike ku ev nûçe û zanyariyên li ser navê Serok Barzanî di beşek kenalên ragihandinê de hatine belav kirin nerast in û derew in.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê dike, “Xelkê Kurdistanê dizanin ku Serok Barzanî berevanîkar û xemxûrê rasteqînî yê xak û gelê Kurdistanê û mafên rewa ye û ti caran ji wan maf û destkeftiyan paş venakşe. Xelkê Kurdistanê pir baş dizanin ku kîne ew kes yên ku paşve dikşin.”

Bargeha Barzanî ragihand: “Serok Barzanî gelek caran di peyam û daxuyaniyê xwe de gotiye, her guhertinek li ser Destûrê Iraqê bê kirin, nabe ew guhertin tiştekî ji mafên rewa yên gelê me û ji taybetmendiya Herêma Kurdistanê kêm bikin.”