Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Hewlêrê 11 kemyon kelûpel û 50 hezar dolar bo Rojava hatin komkirin

 

Hewlêr-KDP.info- Serperiştiyarê Komkirina Alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê Sîrwan Gerdî ragihand: “Kampîna komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bidawî hat û me karî 11 kemyon kelûpel û 50 hezar dolar kom bikin.”

Sîrwan Gerdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj bûn ku me kampaniya bi navê Hewara Niştîman bo komkirina alîkariyan bo koçberên di nava Rojavayê Kurdistanê de destpê kirbû û me karî di nava çend rojan de 11 kemyon alîkarî bidin hev ku zêdetirî 106 ton bûn û ji wan jî 9 kemyon bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin. 2 kemyon mane û 50 hezar dolar jî mane ku ew jî dê nêzîk bên şandin.”

Gerdî wiha got: “Cihê dilxweşiyê ye ew yek û Hikûmeta Kurdistanê û dezgehên ewlehiyê hemû alîkariyek kirine ji bo gihandina wan alîkariyan bo nava Rojavayê Kurdistanê û em spasiya wan dikin.”