Hewlêr-KDP.info- Polîtbûroya PDKê ji ber koça dawî ya Siysetmedarê Rojavayê Kurdistanê Hemîd Hecî Derwêş peyameke sersaxiyê ji partiya wî re şand û tê de got, jidestdana rehmetî ne tenê ziyan e ji bo gelê me yê Kurd li Sûriyê, lê belê ziyan e ji bo me hemûyan.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
”Bo Polîtbûroya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Silaveke şoreşgêrî..
Bi boneya koça dawî ya têkoşer Hemîd Hecî Derwîş sekreterê partiya we, ku têkoşerekî naskirî û kesayetiyekî xuya bû li ser asta hemû perçeyên Kurdistanê, loma jî koça dawî wî ziyaneke mezin e, netenê ji bo partiya we û ji bo gelê me yê Kurd li Sûriyê, lê belê ji bo me hemûyan.
Em pirse û sersaxiyeke gerim pêşkêşî rêveberiya partiya we û herwiha kadir û endamên we dikin û bi rêya we jî sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin.
Xwedayê mezin rehmetî bixe ber rehmeta xwe û cihê wî behişta mezin be.
Polîtbûroya PDKê”