Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Hêza Hevpeymanan ya bi serkirdayetiya artêşa Amerîka rolekî serekî li parastin û hevkarîkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de, her li ragihandina navçeya dijî firînê ya li sala 1991 û heta rûxandina rejîma Be’es ya li sala 2003 û têkşikandina grûpa terorîstiya Da’îş li van çend salên derbasbûyî da hebû. Her bi vê navê da jî mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, qurbaniyê dane û berevaniyê li Herêma Kurdistanê kirine.

Nabê rol û xebata Hevpeymanan, bi taybetî ya artêşa Amerîkayê, tevlî biryara nexwestiyên siyasî bê kirin. Herêma Kurdistanê rêz û pêzanîna xwe ji bo hêzên Hevpeymanan û artêşa Amerîkayê dûbare dike û xebat û qurbanîdana wan bilind radigrê.

 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

21.10.2019