Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Me û Bexda li ser başkirina rewşa Kerkûkê lihev kiriye”

Kerkûk-KDP.info- Endamê Komîteya Normalkirina Rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdulah dibêje, me û Hikûmeta Iraqê li ser komek pirsan ji bo normalkirin û başkirina rewşa Kerkûkê lihev kiriye û di pêngava yekem de jî dê Heşda Şeibî ji navendên PDKê derkevin û dê bikevin destê PDKê.

Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev demek e ku gotûbêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên kirin ji bo normalkirina rewşa Kerkûkê û me niha li ser komek xal lihev kirine û dê ew xal bên cîbicîkirin û dê ev pêngava yekem be ji bo başkirina rewşa Kerkûkê. Beriya niha jî Hikûmeta Iraqê gotibû ku ewê navendên PDKê bide PDK lê me nexwest û me got divê rewşa Kerkûkê bi giştî baş bibe.”

Ebdulah wiha got: “Vegera PDK bo Kerkûkê dê giraniya Kurdan li Kerkûkê ji wan re vegerîne û em hêvî dikin ku rêkeftin were cîbicîkirin û em vegerin Kerkûkê û karê xwe bikin. Em bi meric vedigerin Kerkûkê, ku rewşa bajêr normal bibe.”

Attachments area