Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Pêwîst e qurbaniyên Kurdan li Sûriyê libeçav bên girtin û demografiya navçeyên Kurdan neyê guhertin

 Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransa kir û di wê hevdîtinê û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz kir ku her çareseriyek ji bo rewşa Sûriyê bê pêşniyarkirin û di her rêkeftinekê de pêwîst e qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê li ber çav bê girtin.

Berî nîvroya Înê 18.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derve yê Fransa kir.  Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Fransa silav û rêzên Serok Macron bi Serok Barzanî ragihand û got: “Ev cara heftem e ku serdana Kurdistanê dikim û min sozeke zêde ji bo Kurdistanê heye û hatime silav û rêzên Serok Macron bi cenabê we rabigihînim û piştevaniya Fransa ji bo gelê Kurdistanê piştrast bikim.” 

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê, bi taybet metirsiyên serhildana terorê û rewşa Bakûrê Sûriyê guftûgo kirin. 

Serok Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe ya ji bo rola Fransa di piştgîriya berdewam a doza gelê Kurd e, careke din dilgiraniya xwe derbarê rewşê û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê ji bo Wezîrê Derve yê Fransayê nîşan da û ragihand: “Her çareseriyek ji bo vê rewşa Sûriyê bê pêşniyarkirin û di her rêkeftinekê de pêwîst e qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê li ber çav bê girtin.” 

Serok Barzanî careke din jî daxwaz kir ku Fransa wekî dostekî herdemi yêî gelê Kurdistanê û beşekî girîng di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê de, ji bo rêgirtina li guherîna demografya navçeyên kurdan li Bakûrê Sûriyê û derketina karesatan de rola xwe bibîne.

  Herwiha Serok Barzanî di vê hevdîtinê de bi hûrî behsa metirsiyên serhildana grûpa terorîstî yên weke DAIŞê kir û Wezîrê Derve yê Fransa dilgiraniya welatê xwe ya ji ber egera serhildana terorê di rewşa xerab a navçeyê de nîşan da û tekez li ser berdewamiya hevpeymanî û hevkariya Fransa û Herêma Kurdistanê li dijî terorê kir.

  Serok Barzanî ragihand ku mixabin ev rewşa niha bingehek ji bo serhildana DAIŞê û grûpên wekî wê rexsand hê jî maye û aloziya rewşê xizmeta serhildana wan dike. Serok Barzanî tekez jî kir ku şerê terorê nabê tenê serbazî bê û pêwîst e li rûyê civakî, siyasî, aborî û fîkrî ve reg û bingeha wan grûpên terorîstî bê hişk kirin.