Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in şer li Rojava bidawî were û deriyê aştî û guftûgoyê bê vekirin

 

Hewlêr-KDP.info- Di çarçova danîna kevirê bingehîn ê kolana Barzan li bajarê Duhokê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hêvîdar in ev proje bibe destpêkek bo encamdana çendîn projeyên din li Herêma Kurdistanê û di karnameya hikûmetê de, girîngiyê bi hemû waran de didin.

Ragihand jî, yek ji karên hikûmetê, girîngîpêdana bi dirustkirina rê û pireyên nû û hemû warên din ên xizmetguzariyê.

Mesrûr Barzanî amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, hêvîdar in şer û tundûtûjî li Rojavayê Kurdistanê bidawî bibin û deriyên aştî û guftûgoyê bêne vekirin û hemû pêkhateyên metewî û olî çi li Rojava û çi li hemû navçeyê bi hev re di aramiyê de bijîn.

Herwiha got, divê mafê Kurd çi li Iraqê û çi li Sûriyê di destûrê bên çespandin û bicihkirin û hemû pirsgirêk û kêşe bi riyên aştiyane bêne çareserkirin û xelkê Rojava çareke din rastî êş, araz û koçberiyê nebin.