Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bo dîrokê

Zikrî Mûsa

Her ji destpêka Buhara Erebî û kirîza Sûriyê ve û heya bi hatina DAIŞê û di nav de jî ev rewşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê heye, kesî bi qasî Serok Mesûd Barzanî hewl nedaye ji bo gelê Kurd li Sûriyê, ji hewlên dîplomatîk ve bigre heya bi alîkariyên rasterast ji çek û pereyan û herwiha hewldanên ji bona yekrêzî û yekîtiya hemû partiyên siyasî yên Kurdî.

1. Herdû rêkeftinên Hewlêrê û rêkeftina Duhokê bi serperiştiya Serok Barzanî bû ku di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de hatin îmzekirin. Serok Barzanî ji wan re got di her rewşekê de divê hûn bi hevre bin. Ji TEV-DEM û ENKSê re got şer be yan çi hebe divê hûn yek bin, ji ber ku hêza we di yekîtiya we de ye. Mixabin PYD tevî ku rêkeftin îmze jî kiribûn lê pişta xwe da wan rêkeftinan û dest bi girtin û revandina xelkê û siyasetmedarên Kurd kir.

2. Di şerê DAIŞê de û di rewşa pir xerab de, gelek caran Serok Barzanî çek û pere daye PYDê û herwiha ji bo piştevaniya hêzên ser sînor û nexasim jî li Tilkoçer, hêz şandiye şerê terorîstên DAIŞê.

3. Di 21.10.2014an de li nahiyeya Rebîa ya başûrê Duhokê Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê bi telefonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Con Kêrî re axivî û daxwaz jê kir ku balafirên wan alîkariya Kurdên Rojava û herwiha daxwaz jê kir ku Tirkiye razî bike ku bihêlin Hêzên Pêşmerge bi rêya Tirkiyê biçin Kobanî. Ew daxwaz jî hat qebûlkirin û Kobanî hat rizgarkirin.

4. Serok Barzanî fakterê sereke bû, ku kar dikir ku di kongreyên dîplomatîk ên Amerîka û Ewropa û Rûsya û welatên Erebî de, partiyên Rojava û di nav de jî PYD di wan kongreyên navdewletî yên derbarê Sûriyê de, beşdar bibin.

5. Di vê rewşa dijwar a niha de jî, Serok Barzanî bi hemû hêza xwe ligel Ewropa û Amerîka û Rûsya kar dike ku rê bê girtin li derketina karesatekê din bi serê gelê Kurd li Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve. Di hewla dawî de jî, Serok Barzanî daxwaz ji Wezîrê Derve yê Rûsya kir ku Serokê Rûsya Viladîmêr Putin hêza xwe bikar bîne di parastina gelê Kurd de ji karesateke nû de.

6. Bi awayekî berdewam, Serok Barzanî di civîn û hevdîtin û peyam û nameyên xwe de daxwaz ji partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dixwest ku yekgirtî bin û dûrî hev nebin. Serok ji wan re behsa rewşa dijwar dikir. Ji wan re digot eger di rewşa niha de Rêjîma Sûriyê biser bikeve dê qet ti hesabekî ji Kurdan re neke û dê wek aliyê biserketî kar bike. Eger opozisyon jî biser bikeve ew jî ji ber hizra xwe ya şofînî mafê Kurdan nas nakin. Yan eger ti aliyek (rêjîm û opozisyon) biser nekeve dê Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike, lewma jî eger Kurd bin ti yek ji wan hersê tiştan çênabe û dê mafê Kurdan li Sûriyê parastî be. (Ev gotin sala 2016 Serok Barzanî ji partiyên Rojava re got).

7. Dema Amerîka çek û sîlah da PYDê û bikar anî di şer de, Serok Barzanî şîretek li PYDê kir û ji wan re got dema hûn çek û alîkariyan bistînin bê rêkeftineke siyasî zelal bi Amerîka re li ser pêşeroja Kurdan, nekevin nava ti şerekî bêencam û ciwanên Kurd nedin bi kuştin. Mixabin guh nedan wê şîreta Serok Barzanî û dest bi dijayetiya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kirin.

Rewşa Sûriyê niha pir aloz e û gelek dest di Sûriyê de hene. Tişta ku niha çêdibe hewleke ji bo xeniqandina Kurdan û zeftkirina axa wan e û guhertina demografiya navçeyê ye, ku encamên wê jî metirsîdar in. Beşeke wê rewşê vedigere bo şofîniyet û hovîtiya dijminên Kurdan. Beşeke din jî vedigere bo Kurdan bi xwe û şaşîtiyên wan, bi taybetî jî destêwerdan ê tekrewiya PKKê li Rojavayê Kurdistanê û nemana tekrêziya Kurdan.

Ligel wan hemû tiştan, hîn jî ne dereng e ku di vê rewşa trajedî û pir metirsîdar de Kurd yekîtiya xwe bihêz bikin û yekîtî dê bibe bihêztirîn çek.