Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji Tirkiyê dike ku êrîş neke ser Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêweyekî mezin dilgiraniya xwe li hember biryara vekişîna hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê û li hemberî raporên behsa egera êrîşa tekalî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, ragihand.

Hikûmeta Herêma Kuridstanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Tirkiyê dike ku wek endameke Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî terorê de, ti gavekê neavêje, ku bandoreke xerab bike li ser wan pêşketinên ku di şerê li dijî DAIŞê bidest hatibûn û herwiha metirsiyê çêbike ku kontrola li ser teroristên girtî jidest biçe.

Di daxuyaniyê de hat, “Encamên her alozî û pêşhateke leşkerî dê bandora wê bo derveyî sînorê Sûriyê jî hebe û dibe rewşekê dirust bike, ku bibe sedema vegera DAIŞê û koçberbûna hejmareke mezin ji xelkê sivîl, ji ber wê jî pir pêwîst e ku hemû aliyên pirsgirêkê û di nav de jî hêzên Kurdî bi rêya gotûbêj û diyalogê rewşê aram bikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku, pêwîst e çareseriyeke siyasî ya giştgîr bê dîtin ku mafê hemû welatiyên Sûriyê û Kurd jî di nav de parastî bin.

Hikûmeta Kurdistanê wiha domand: “Herêma Kurdistanê di şerê li dijî teroristên DAIŞê de gelek qurbanî danî û niha jî mêvandariya milyonek û sed hezar penaber dike, ku piraniya wan ji dest wê qeyranê ve berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Erkê civaka navdewletî ye jî rê biger li ber pêleke din a koçberiyê.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir , ew di demekê de bi berdewam û ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin, herwiha bi rêya çendîn riyên cuda jî kar li ser wê pirsê dikin.