Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî daxwaz ji Lavrov kir: Nehêlin êş û derdên Kurdan li Sûriyê mezin bibin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov civiyan û di wê hevîdtinê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê nîşan da û daxwaz ji Lavrov kir ku Rûsya nehêle êş û derdên Kurdan li Sûriyê mezin bibin.

Dûşema 07.10.2019 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsya û şanda ligel wî kir, ku ji Mikhail Bogdanov Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Taybetî yê Serok Pûtîn yê ji bo Rojhilata Navîn û Maksim Maksimov Balyozê Rûsya li Iraqê û Alksander Kinshchak Berpirsê Beşa Rojhilat û Bakûrê Efrîqa ya Wezareta Derve ya Rûsya û Zelîmxan Mutsov Endamê Dûmayî Rûsya û Olêg Lêvîn Konsolê Giştî yê Rûsya li Hewlêr û hejmarek karbidestên siyasî û Nûnerên şirketên Rûsya pêk hatibû.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Rûsya jibilî ku behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Rûsya û gelê Kurdistanê de kir, rola malbata Barzanî û bi taybetî Mela Mistefa Barzaniyê Nemir di kûrkirina wan pêwendiyan de bilind nirxand.

Herwiha Lavrov behsa rola siyasî û dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî kir û ragihand ku ji bo hevkariya hemû aliyan ji bo çareserkirina pirsên navçeyê ew pişta xwe bi ezmûna Serok Barzanî girê didin. Herwiha hêvî kir ji bo pêşveçûna pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê di warên cuda yên aborî û çandî û siyasî de.

Di beşeke dinî axaftinên xwe de Wezîrê Derve yê Rûsya jibilî şîrovekirina armancên serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe ji bo baştirbûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de ragihand û tekez kir ku piştî şikestina DAIŞê diyalog û karên hevbeş di navbera Hewlêr û Bexda de dê bibin sedema çareseriya arîşeyan û pêşketin û geşbûna abûrî.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Wezîrê Derve yê Rûsya û şanda pê re kir û pêwendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsya bi pêwendiyeke dîrokî binav kir ku bingeheke bihêz a wan heye û daxwaz jî kir ku ev pêwendî di hemû warekî de were pêşxistin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî pêwendiyên Hewlêr û Bexda jî bi erênî da zanîn ku pêngaveke baş berev çareserkirina pirsgirêkan pêkaniye û baştirbûna wan pêwendiyan alîkariya aramiya navçeyê dide.

Rewşa Sûriyê û pêşhatên siyasî yên dawî yên li Sûriyê mijareke dinî vê civînê bû û Serok Barzanî dilgiraniya xwe li ser pêşaroja gelê Kurd li Sûriyê ji Wezîrê Derve yê Rûsya re nîşan da û daxwaz jî kir ku Rûsya rola xwe di wê yekê de bibîne ku eger her bûyerek û guhertinek çêbibe Rûsya rêgiriyê bike li kûrtirbûna êş û derdên gelê Kurd li Sûriye.

Di vê civînê de Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn.