Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Balyozê Fransa: Em ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê dilgiran in


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan dilgiraniya xwe li hemberî egera zêdebûna êş û derdên gelê Kurd û herwiha dilgiraniya xwe li hemberî pêşaroj û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê nîşan dan.
Îro Dûşema 07.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Bruno Aubert Balyozê Fransa li Iraqê kir.
Di hevdîtina ku Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr jî amadebû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li ser asta navçeyê hat nirxandin û herwiha di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û xwepêşandan û girjiyên vê dawiyê yên Bexdayê û parêzgehên din ê Iraqê axivîn.

Her di vê civînê de rewşa Sûriyê û li ser guhertina hevkêşeyên siyasî û meydanî yên li Rojhilatê Bakurê Sûriyê axivîn û di vê derbarê de herdû aliyan dilgiraniya xwe li hemberî egera zêdebûna êş û derdên gelê Kurd û herwiha dilgiraniya xwe li hemberî pêşaroj û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê nîşan dan.

Nirxandina gefa terorê û hizra tund a li ser asayîşa navçeyê mijareke dinî vê civînê bû.