Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Seidî Pîre: Pêwîst e Kurdistan xwe ji hemû egeran re amade bike

Hewlêr-KDP.info- Ev çend roj in ku xwepêşandan li beşek ji bajarên Iraqê berdewam in û endamekî Polîtbûroya YNKê jî dibêje, pêwîst e partiyên siyasî yên Kurdistanê yekdeng bin û ji hemû egeran re amade bin.

Seidî Pîre Endamê Polîtbûroya YNKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew xwepêşandanên ku hemû bajarên Iraqê lixwe girtine, bêbav û dayik in û nexuya ye Iraqê ber bi kuderê ve dibin, lewma pêwîst e di çarçoveya wergirtina pêşhatan de partiyên Başûrê Kurdistanê lihev bicivin û rewşa niha binirxînin.”

Pîre wiha got: “Li Herêma Kurdistanê dezgehên şeriî û fermî hene ji bo her pêşhateyekî, herwiha partiyên siyasî jî hene û pêwîst e ew pêngav ji aliyê îdarî û siyasî ve bên sitendin.”

Wî berpirsê YNKê wiha domand: “Pêwîst e aliyên siyasî bicivin û guh bidin hev û Hikûmeta Kurdistanê jî bi şêweyekî rêk û pêk dîvdeçûnê bike ji bo hemû guhertinan. Pêwîst e partiyên siyasî yên Kurdistanê yekdeng bin û ji hemû egeran re amade bin.”