Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK Cejna Cemayê ya Êzdiyan pîroz dike

 

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya hatina Cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî Polîtbûroya PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye.

“Bi boneya hatina Cejna Cemayê ya xuşk û birayên Êzdî, em germitirîn pîrozbahî li kesayetî û şêxên Êzdî û Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzdî û tevahiya Êzdiyên li Kurdistan û cîhanê dikin.

Em hêvîdar in ku ev cejin û hemû cejin û helkeftên we di bin siya azadî û aramiya Herêma Kurdistanê de bi xêr û xweşî birêve biçin û dawiya nexweşî û derdeseriyan were.

Bi vê boneyê em piştevaniyeke temam û berdewam a madî û manewî ya PDK û Serok Mesûd Barzanî ji bo we nîşan didin, ew jî ji bo parastina kiltûrê resen ê Êzdiyan û vegera aramî û seqamgîriyê bo tevahiya navçeyên we û herwiha karkirin ji bo zêdetir avedankirin û pêşxistin û pêşkeftina canê birayetî û pêkvejiyan û tebayîyê li cem hemû pêkhateyên civaka Kurdistanê.

Careke din cejna we pîroz be û em hêviya bextewerî û xweşiyê ji we re dixwazin.

Polîtbûroya PDKê

5.10.2019”