Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî Cejna Cemayê li Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya cejna Cemayê ya Êzdiyan dike û di peyamekê de tekeziyê li pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina êş û azarên Êzdiyan dike.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Ez bi helkefta Cejna Cemayê, germtirîn pîrozbahî arasteyî xûşk û birayên Kurd ên Êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim, hêvîdar im di aramî û xoşiyê de cejna xwe pîroz bikin.

Xûşk û birayên Êzdî di salên borî de rastî êş û zehmetiyên mezin bûn. Em hêvîdar in di bin siya atmosfera pêkvejiyana aştiyane de li Herêma Kurdistanê, wan rojên zehmet derbas bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, çi ji dest bê, dê bo kêmkirina êş û derdên wan û kûrkirina ruhê pêkvejiyanê û dostaniya navbera pêkhateyên olî û netewî bike.”