Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bêşkçî: Gelê Kurd di referandumê de dengê xwe gihand cîhanê

Duhok-KDP.info- Nivîskarê mezin û civaknasê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşkçî dibêje, giringiya referanduma 25ê Îlona 2017an qet winda nabe.
Sibe 25ê Îlonê 2 sal bi ser referanduma sala 2017an re derbas dibe, ku xelkê Kurdistanê tê de bi rêjeya 92,7 % dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê.

Biryara encamdana referandumê biryara gelê Kurdistanê bû, bi rêbertiya Serok Barzanî.

Derbarê wê rojê, Îsmalî Bêşkçî ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdan di 25ê Îlonê de xuya kirin ji cîhanê re ku ew çi dixwazin û dikarin çi bikin û dost û dijminê wan xuya bûn. Giringiya wê referandumê qet winda nabe.”

Bêşkçî wiha got: “Roja referandumê bi tevahiya gelê Kurd û li hemû perçeyên Kurdistanê rojeke xweş û bextewer û dîrokî bû, dê heya heya ew roj di bîra mirovê Kurd de be, ji ber ku Kurdan bi dilê xwe daxwaza xwe nîşanî cîhanê dan û xwesteka xwe gotin.”

Wî nivîskarê dostê gelê Kurd wiha domand: “Di referandumê de hizra netewî ya Kurdî li pêşiya hizra hizbî ket. Rast e encama referandumê paş ketiye, lê dengê gelê Kurd qet vala naçe û ti hêzek nikare di rûyê daxwaza wan de bisekine. Pêwîst e tevahiya gelê Kurd dersê ji karesatên ku hatiye serê wî bistîne û hizra netewî bihêztir bikin. Pêwîst e Kurd hizir bikin ka dê çi bikin û pêwîst e çi bikin.”