Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kerkûkî: PDK û Kerkûk ji hev cuda nabin

Kerkûk-KDP.info- Serokê Encumena Serkirdatiya PDK ya Kerkûk – Germiyan Dr. Kemal Kerkûkî dibêje, bi ti awayekî pêwendiya di navbera PDK û pêkhateyên nava Kerkûkê qut nabe û PDK û Kerkûk ji hev venaqetin.

Di dema dawî de hejmareke medya û girûpên şofînî ji Erebû Turkmanan li dijî PDK dest bi bêbextiya û nivîsandinên nerast kirine.

Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re bersiva wan dide û dibêje: “Ew kes û girûp nikarin pêwesniya di navbera PDK û pêkhateyên Kerkûkê xera bikin. PDK kar ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê dike û kar ji bo pêkvejiyana aştiyane ji bo hemû pêkhateyan bê cudahî dike. Ew girûp û kesên ku dev davêjin PDKê, ji nav û hebûna PDK li Kerkûkê hêrs bûne û dijayetiya PDKê dikin. Ji ber ku PDK kar dike ji bo demokrasî û aştî nûbûn û mafê gelê Kurd û Kurdistanê. PDK û Hêzên Pêşmerge Kerkûk ji DAIŞê parastin û DAIŞ li Kerkûkê şikandin. Herwiha PDK roleke mezin dît di rizgarkirina Mûsilê de.”

Kerkûkî wiha got: “Ew kes û girûp baş dizanin û ha ji dîrokê hene û niha ditirsin ji ber ku ew dizanin ku ew nûneratiya Ereb û Turkmanên Kekûkê nakin û dizanin ku PDK pir bo paqijî û bi dilsozî xebatê dike ji bo gel. Lewma jî em bi dengekî bilind dibêjin ew bi xwe jî dizanin ku PDK û Kerkûk û hemû Kurdistan û pêkvejiyana aştiyane qet ji hevdû cuda nabin û venaqetin.”