Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta çil û nehemîn salvegera damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û mamostayan û hemû zanayên mezinên ola Îslamî ya Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengavekî bi bandor bû ji bo yekxistin û pêşxistina rola mamostayên olî li şoreş û jiyana siyasî û civakiya xelkê û bi hêzkirina bingehên pêkvejiyan û xwedanasî ya li Kurdistanê. Mamostayên olî li hemû qonaxan da wê rola xwe gelek bi hêjayî dîtine û erk û keda wan cihê rêza hemû aliyeke.

Pêzanînên min heye ji bo helwest û rola mamostayên olî yên birêzê Kurdistanê li rûbirûbûna hizra tundî û her wiha palpiştîkirina doza rewaya gelê Kurdistanê û destxweşiyê li wan dikim.

Li vê boneyê da hêviya serkeftinê ji bo hemû mamosta û zanayên mezinên ola Îslamî ya Kurdistanê re dixwazim û xwedayê mezin pişt û penaya me hemûyan bê.

Mesûd Barzanî
21.09.2019