Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bo xwendekarên Kurdistanê: beşdar bin di avakirina Kurdistaneke bihêz de

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, perwerde û fêrkirin, weke ji girîngritîn karên kabîneyê binav kirin û ragihand ku di heyama vê kabîneyê de ew dê girîngiyeke taybet bi xwendina bilind bidin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li merasîma derçûna xula yekem a Zaningeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê, gotarek pêşkêş kir û got ku qonaxeke nû û serdemeke baş destpê kiriye di warê xwendina bilind de.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe spasiyên xwe pêşkêî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin ku di heyama serokwezîriya xwe de girîngiyeke zêde bi xwendinê daye li Kurdistanê û alîkar bûye di serpêxistina Zaningeha Amerîkî li Kurdistanê.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyan kir bo ew rewş pêkanîne ku gelê kurdistanê bikarin bi asûdeyî bixwînin û dirêjiyê bi xwendina xwe bidin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, perwerde û fêrkirin, weke ji girîngritîn karên kabîneyê binav kirin û ragihand ku di heyama vê kabîneyê de ew dê girîngiyeke taybet bi xwendina bilind bidin. Bêguman bicîhbûna vam erkan jî girêdayî ye bi başbûna rewşa abûrî û em hêvîdar in kêşeyên me ligel Hikûmeta Iraqê li ser bingeha cîbicîkirina Destûrê Iraqê çareser bibin. Da ku Hikûmeta Kurdistanê bikaribe bi rengeke baştir xizmetan pêşkêş bike ji xelkê Herêma Kurdistanê re. Hêvî dikim ku xwendekarên Kurdistanê beşdar bin di avakirina Kurdistaneke bihêz de.