Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir ku pêwîst e pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareseriyeke bingehîn ji wan re bê dîtin û Destûrê Iraqê bi temamî were cîbicîkirin.
Di wê hevdîtinê de, gotûbêj li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin û herdû aliyan tekezî kirin ku niha derfeteke baş ji bo çareseriyê heye û pêwîst e pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareseriyeke bingehîn ji wan re bê dîtin û Destûrê Iraqê bi temamî were cîbicîkirin.
Herwiha herdû aliyan tekez kirin ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye û ew yek dihêle aramî li Iraqê çêbibe, nexasim ku hêj terorîst li çend navçeyên Iraqê gef in li ser asayişa xelkê.