Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Bexdayê kir: Malbatên qurbaniyên gundê Sorya qerebû bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 50 saliya salvegera komkujiya gundê Sorya yê navçeya Zaxo peyamek belav kir û tê de daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir malbatên qurbaniyên wê karesatê qerebû (tawîz) bike.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Îro di salvegera wê komkujiyê de, ku sala 1969an ji aliyê Rêjîma Beis ve hat kirin û tê de 39 zarok û jin û zilamên Xristiyan û Misilman pêkve şehîd bûn û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn, em bi rêz û hurmet wê karesatê bibîr tînin û serê xwe bi hurmet ji wan qurbaniyan re datînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Komkujiya gundê Sorya jî yek ji wan tawanên gelek bû yên ku bi ser gelê me de bi hemû pêkhate û neteweyên Kurdistanê hatiye. Di heman salê de li gundê Deka yê ser bi Akrê jî zêdetirî 70 zarok û jin di şkeftekê de şewitîn.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Di vê boneyê de em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê dê her wek hêlana pêkvejiyan û lêborînê bimîne ji bo hemû kesan û em daxwaz dikin ku pirsa gundê Sorya li Dadgeha Bilind a Iraqê bê yekalîkirin û malbatên qurbaniyan bên tawîzkirin.”