Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encûmena Wezîran çend biryarên girîng derxist

Hewlêr-KDP.info- Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û çend biryarên girîng derxist.

Civîna Serokê Encûmena Wezîran derencama civîna hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û firaksiyonên Kurdistanî li Parlemana Iraqê û endamên Komîta Darayî li firaksiyonên Kurdistanî ku roja 8ê Îlonê li Hewlêrê hatibû girêdan gotûbêj kir.

Di civîna îro de biryar hat dayîn, hefteya bê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bi mebesta guftûgo pevguhartina zanyariyan derbarê pirsa budce û beşdariya Herêma Kurdistanê di qonaxa sereta ya amadekirina reşnivîsa budceya 2020 ji aliyê Wezarta Darayî ve.

Biryar hat dayîn jî, komîteyên (darayî, petrol û gaz, yasayî) li Parlemanta Iraqê bo Herêma Kurdistanê bên vexwandin.

Roja 12.9.2019an şandeke Hikûmeta Herêmê ligel Parlemana Kuridstanê dê bicive, bo pêşkêşkirina data û zanayariyên pêwîst derbarê guftûgoya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.

Di birgeya duyem a civînê de, Wezîrê Plandananê raportek derbarê projeya serjimaryariya li Iraqê pêşkêş kir, ku biryar e sala 2020an bê encamdan.

Wezîrê Plandananê ronî xiste ser aliyên ev projeyê û amadekariyên Herêma Kurdistanê. Di vê derbarê de biryar hat dayîn komîteke taybet pêk bê ji bo nirxandinaprojeya serjimêryariyê bi berçavkirina berjewendiyên Kurdistaniyan bi hemû pêkhateyên netewî û olî.

Di dawiyê de, civînê guftûgo derbarê mîkanîzma nû bo rêkxistina bacê kir, bi awayekî di berjewendiya giştî de be.

Di wê derbarê de Encûmena Wezîran projeya peyrewê ya taybet bi lênûsên bazarê pesend kir, ku mîkanîzma nû bo rêkxistina bacê lixwe bigire.