Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Iraqê: Di rojên dijwar de we pêşwazî li sedên hezaran ji koçberên me kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Plandananê yê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de got ku xelkê Kurdistanê di rojên dijwar ên şerê DAIŞê de mêvandarî kirin li bi sedên hezaran ji koçberên Iraqê.
Îro Sêşema 10.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Dr Nûrî El Dilêmî Wezîrê Plandananê yê Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Wezîrê Plandananê yê Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di qonaxên cuda ên jiyana siyasî ya Iraqê hebû û hewlên ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyan û berevanîkirina li pêkhatan, bilind nirxand. Spasî Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê jî kir ku di rojên dijwar ê şerê DAIŞê de mêhvandariya sedan hezar koçberên Iraqê kiriye.

Wezîrê Plandanan destxweşiyê li Serok Barzanî kir ku rênîşander û şîretê li Parlementerên Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê kiriye ji bo ku berevaniyê li maf û daxwaziyên hemwelatiyên parêzgehên dinê Iraqê jî bikin.

Her di vê civînê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û planên Hikûmeta Iraqê yên li ser proseya geşepêdana li navçeyên cûda yên Iraqê û her wiha avadankirin û baştirkirina jiyana xelkê de danustandina bîr û ramanan kirin.