Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarê Hêza Roj: ENKS hewl dide ji bo vegera me bo Navçeya Aram

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Fermandarê Hêza Roj a Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Mihemed Receb dibêje, ENKS hewl dide ji bo vegera wan bo Navçeya Aram lê hêj bexuya ye ku ewê vegerin yan na.

Mihemed Receb di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewlên dîplomatîk ên ENKS ji bo vegera Hêzên Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê ligel welatên cîhanê berdewam in û ev yek bi xwe daxwaza xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Loma Armanca me ew e ku em canê xelkê xwe ji terorê biparêzin.”

Receb wiha got: “PYD hemû kesî qebûl dike û hemû hêzan qebûl dike, tenê nahêle Kurd vegerin û nexasim Pêşmergeyên Roj, ew dizanin ku em nakevin bin destê ti aliyekî û em piştevaniyê li gelê Kurd dikin. Ev yek daxwaz gelê Kurd e jî, ji ber ku bi vegera Pêşmerge dê ewlehiya wan jî parastî be.”

Wî fermandarê Hêza Roj wiha domand: “Em nizanin çima PYD ji xwe napirse ku evqas xelk çima ji bin destê wan baz dane. Em dibêjin heya Pêşmerge venegerin Navçeya Aram penaber jî venagerin.”