Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Konsulê Fransa: Ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê em dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa Sûriyê gotûbêj kirin û Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo destpêşxeriya Serokê Fransa nîşan da û ji ber pêşeroja gelê Kurd jî dilgiraniya xwe nîşan da.

Îro Çarşema 04.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsulê Giştî yê Fransa yê li bajarê Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de ku Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Patrice LEROY Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransa amade bûn, Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêr silavên Serok Fransa û Wezîrê Derveyê Fransa gihand Serok Barzanî û kêfxweşiya xwe jî bi hebûna aramiya li Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de kir.

Herwiha kosulê Fransa ji Serok Barzanî re got ku welatê wî bi erênî ve berê xwe dide baştirbûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ragihand ku aramiya Herêma Kurdistanê li cem Fransa girîng e û welatê wan dixwaze pêwendiyan xwe pêş bixe û di piştevaniya Herêma Kurdistanê de jî berdewam dibe.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Serok û Wezîrê Derve yê Fransa kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Fransa li Hewlêrê re xwest. Herwiha behsa pêwendî û dostayetiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa de kir û spasî Serok û Hikûmetên Fransayê kir ku di rojên teng de û di şerê DAIŞê de piştevaniya gelê Kurdistanê bûne û got ku di pêşxistina pêwendiyên di navbera herdû aliyan de ti sînorek tûne ye.

Gefa terorê û rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û herwiha rewşa Sûriyê, çend mijarên din a vê hevdîtinê bûn û Serok Barzanî jibilî ku piştevaniya xwe ji bo destpêşxeriya Serok Macron ya li ser Sûriyê nîşan da, herwiha dilgiranî û têbîniyên xwe jî yên li ser rewş û pêşaroja gelê Kurd li Sûriyê gihand şanda mêhvan.

Di derbarê gefa DAIŞê û hizra tundiyê de, Serok Barzanî tekez kir ku ew sedemên ku bûne sebeba serhildana DAIŞê û hizra tundiyê hêjî nehatine çareserkirin, ji bo wê yekê jî metirsiya bihêzbûna terorê li holê heye.