Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balafira Rûsya li bakurê Sûriyê li navenda Tirkiyê dan

Sûriye-KDP.info- Balafirên şer ên Rûsya li Sûriyê bi şaşîtî li xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li bakurê bajarê Hema dan.

Hat ragihandin ku îro 28.8.2019 balafirên Rûsya bi çend rokêtan li derdora xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li gundewarê Hema, dan.

Wêneyên wê bombebaranê belav bûne, ku balafirên Rûsî li xala Şêr Muxar a ser bi navçeya Çiyayê Şihşbo ya Hema dane, ku ala Tirkiyê li ser wê xalê ye.

Lê Fermandarê Rûs Lîwa Alêksî Bakîn ji Navenda Himêmîn a Rûsya li Sûriya piştî wê bombebaranê ragihandiye: “Balafireke me bi şaşîtî li nêzîkî xaleke Tirkiyê daye. Em daxwaza lêborînê ji Tirkiyê dikin û em bawer in ku ev yek êdî dûbare nabe.”