Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kesayetiyên bajarê Besra: Em gelekî ji Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê hez dikin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekê ji kesayetî û rihspiyên Parêzgeha Basra kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez li ser soz û evîniya xelkê wê parêzgehê ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kirin.

Îro Çarşema 28.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke mezin ji xelkê parêzgeha Basra kir ku ji serokeşîr û rihspiyên olî û kesayetiyên akademiyên wê parêzgehê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de ku Mehmûd Mihemed Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê û Bengîn Rêkanî Wezîrê Avadankirin û nîştecîhkirina Iraqê amade bûn, şanda mêhvan ji bilî derbirîna spas û xweşhaliya xwe ya bi vê hevdîtinê, silav û rêzên xelkê parêzgeha Basra gihandin Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û tekez li ser soz û evîniya xelkê wê parêzgehê ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kirin.

Şanda mêhvan herwiha bal kişandin li ser peywendiyên birayane û dîrokî ya xelkê Basra li gel gelê Kurdistanê û ragihandin ku her ew soz bûye sedema wê yekê ku bi dehan hezar kesên xelkê Basra di dema vegerana Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê derketibûn pêşwazîkirina wan û li hêviya wan rawestiya bûn, niha jî heman soz û evînî ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê hene û dixwazin ew birayetiya kevnar zêdetir bê pêşxistin. Her di vê derbarê de jî şanda mêhvan Serok Barzanî vexwendin ku di derfeteke guncaw de serdana wê parêzgehê bike.

Her di vê hevdîtinê de, şanda mêhvan behsa girift û kêşeyên taybet bi nebûna xizmetguzariyan li parêzgeha Basra kir û hêvî xwestin ew pêşketina li Herêma Kurdistanê heye bigihê navçeyên din ên Iraqê û ji bo vê mebestê jî daxwaz ji Serok Barzanî kirin bi rêya wezîr û nûnerên Kurd li Bexdayê ve hewl bidin projeya avakarin û niştecîhkirinê li parêzgeha Basra bê cîbicîkirin û kêşeyên wê parêzgehê bêne çareserkirin.

Herwiha di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina germ a şanda mêhvan, tekez kir li ser pêşxistina peywendiya birayane ya gelê Kurdistanê û xelkê Basra û hemû xelkê Iraqê jî û ragihand ku tevî ku rêjîmên yek li pey yek ên Iraqê gelek hewl dane ku kêşeya di navbera şoreşên Kurdistanê li gel desthilata Iraqê bikin kêşeya Kurd û Ereban, lê belê şoreşa Kurdistanê rê nedaye wê yekê.

Serok Barzanî di derbarê kêşeya xizmetan li parêzgeha Basra dilgiraniya xwe nîşan da û ragihand ku Kurdistan jî rêz û evîneke zêde ji bo xuşk û birayên me yên li Basra heye û gelek sosret e ku parêzgeheke wekî Basra ku şahdamarê aborî ya Iraqê ye kêşeya xizmetguzariyê hebe û her çi jî ji destê me bê ji bo piştevaniyê li daxwazên rewayên xelkê Basra de kêmasiyê nakin.

Her di vê hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û Serok Barzanî ragihand ku niha derfeteke erênî ji bo gotûbêjkirin û hevdûtêgihîştinê û çareseriya kêşeyan li holê de heye û tekezî li ser diyalog û rêya aştiyane kir.