Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tirkiye îro beşa duyem a sîstema S-400 wergirt

VAjans-KDP.info- Qonaxa duyem a veguhastina sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî bo Tirkiyê îro dest pê kir û parçeyên wê sîstemê gihîştin firokexaneyeke serbazî ya li enqerê.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand,di çaçroveya qonaxa duyem a veguhastina sîstema S-400 a Rûsî bo Tirkiyê de, îro parçeyên wê sîstemê bi rêya balafira veguhêzer a Rûsyayê gihîştin Balafirxaneya Serbazî ya Murted a li Enqerê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, veguhastina parçeyên batariyaya duyem a sîstema S-400 ji îro ve dest pê kir û dê heta mehekê bidome.

Cara yekê, veguhastina sîstema S-400 ji Rûsya bo Tirkiyê, roja 12ê Tîrmeha îsal dest pê kiribû.