Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokatiya Kurdistanê ji Iraqê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên Enfalê dike


Hewlêr-KDP.info- Bi salvegera enfalkirina navçeyên Badînanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina qurbaniyan ji Hikûmeta Iraqê dike.

Îro 31yemîn e ji salvegera enfalkirina xelkê devera Behdînan ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve hatiye kirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê bi vê boneyê peyamek belav kir û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir mexdûrên enfalê qerebû bike.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Di çarçoveya operasyona komkujiya enfalê de, ku sala 1988 ji aliyê rêjîma Beis ve li hember xelkê sivîl yê Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de zêdetirî 180 hezar welatiyên Kurdistanê hatin wendakirin û şehîdkirin û bi hezaran gundên Kurdistanê hatin wêrankirin, em îro enfala Behdînan bibîr tînin.

Enfala Behdînan di dûmahîka pêla enfalê de hat kirin. Ji roja 25 Tebaxa 1988 heta 6 Îlona heman salê tevahiya navçeyên devera Behdînan da ber xwe. Di wê operasyonê de ku pênc tabûrên artêşê beşdar bibûn, ji kîmyabarana gundan û xelkê bigire heta girtin, kuştin, sirgûnkirin, wêrankirina mizgeftan û dêr û cihên din hatin kirin. Yên ku rizgar jî bûn reviyan Îran, Tirkiye û welatên din.

Em bi rêz û hurmet şehîdên enfala Behdînan bibîr tînin û dîsa daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, li ser esasê fermana dadgeha bilind ya tawanan ya Iraqê, ku enfal wek sûcên dijmirovî û jenosayd hatiye qebûlkirin, wezîfeya xwe ya qanûnî û exlaqî bicîh bîne û mexdûrên enfalê qerebû bike. Her wiha em daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin zêdetir xizmeta mexdûrên enfalê bike û pêdaçûnê li dû windabûyan bike yek ji karên xwe yên pêşîne.”