Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS li ser Navçeya Aram bi Wezareta Derve ya Amerîka re dicive

 

Mosko-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco dibêje, şandek ji ENKSê dê derbarê Navçeya Aram û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ligel Wezareta Derve ya Amerîka bicive.

Kamîran Haco di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e şandeke ENKSê di vê hefteyê de, ku roja 22ê vê mehê ye, piştî serdana Mosko, serdana Amerîka jî bike û li wir li Wezareta Derve ya Amerîka ligel Hevkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Ameîrka bicive.”

Haco wiha got: “Armanca me ji serdana Amerîka ew e ku em behsa rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bikin. Herwiha emê li wir behsa Navçeya Aram a ku biryar e bê avakirin, bikin, ku em dixwazin nas bikin ew navçe çi ye û çi rêkeftin li ser hatiye kirin. Ji ber ku ew navçe dê li Rojavayê Kurdistanê be û em dixwazin nas bikin ku çi jê re pêwîst e ku bê kirin. Emê li wir li ser biaxivin.”

Herwiha vê hefteyê şanda ENKSê li Mosko ligel berpirsên wî welatî civiya ye. Derbarê wan civînan, Kamîran Haco wiha got: “Me civînên girîng li Mosko encam dan. Herdem civînên me ligel berpirsên Rûsya erênî bûne û piştgîrî li pirsa Kurdî kirine. Vê carê jî ew yek ji me re diyar kirine û gotin ku helwêstê me nehatiye guhertin. Me di wan civînan de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û Navçeya Aram kir.”