Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hêzên Iraqê nikarin Xaneqîn biparêzin û DAIŞ bi eşkere êrîş dike

 

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa 15 ya PDK li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa dibêje, tevgera DAIŞê li sînorên Xaneqîn pir zêde bûye û niha bi eşkere êrîş dikin û hêzên Iraqê niharin navçeyê biparêzin û ditirsin.

Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ bi eşkere li Xaneqîn derketiye. Niha bi qenasan li pasevanan didin û wan dikujin û êrîş dikin bi şêweyeke eşkere. Hawinan davêjin. Di çend rojên derbasbûyî de 2 caran êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge û hêzên Heşda Şeibî û piştre jî hawin avêtin wan.”

Şêx Mistefa wiha got: “Li sînorê Îmam Weyis ku çiya li wir hene, DAIŞ bi eşkere êrîş kiriye ser hêzên Iraqê û welatiyek şehîd kirine. Êdî tevgera wam pir zêde bûye û bi eşkere êrîş dikin.”

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge wiha domand: “Ew çekdarên DAIŞê yên li navçeyê Sunneyên navçeyê ne û piraniya wan ji eşîra Kirwîn in, lewma jî valahiyeke ewlehî heye û hêzên Iraqê niharin parastina navçeyê bikin û ditirsin û bi şev newêrin derkevin derve, lewma jî baştirsîn çareserî vegera Hêzên Pêşmerge ye ji bo navçeyê.”