Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Konsulê Fransa: Ez li her cihekî bim Kurdistanê jibîr nakim

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de Konsulê Fransa spasî Hikumet û gelê Kurdistanê kir ku xwedî helwest bûne û tu demekî vê helwest û hevkariyên gelê Kurdistanê ji bîr nake û li her cîhekî jî be dê Kurdistanê ji bîr nake.
Îro Pênçşema 15.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dominik Mass Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Fransa ji bilî spasî pêşwazîkirina bidawîhatina erkê xwe yê li Kurdistanê, herwiha jî pîrozbahiyên xwe bi boneya Cejna Qurbanê û salvegera jidayikbûna Serok Barzanî û damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşkêşî Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe û Hikumeta Fransa derbirî ku di demên çend salên derbasbûyî de hevkar bûne û pêwendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê de jî bilind nirxand û spasî Hikumeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir ku xwedî helwest bûne û tu demekê wê helwest û hevkariyên gelê Kurdistanê ji bîr nake û li her cîhekî jî be dê Kurdistanê ji bîr nake.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku pêwendiya dostane ya di navbera Kurdistan û Fransayê de girêdayî bûye bi helwestên girîng ên wî welatî li beramber gelê Kurdistanê û tekez li ser berdewamî û pêşxistina dostayetiyê kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsul Dominik Mass di erkê wî yê nû da xwest.

Beşeke din a hevdîtinê li ser pirsa çaresekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû û tekezî li ser diyalog û rêyên aştiyane hat kirin.