Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: PDK ji roja damezrandinê ve di çepera pêşî ya birgîriya li mafê gel de ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta 73yemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, PDK her ji roja damezrandinê ve heta îro li ser rêbaza Barzaniyê Nemir weke rêya rast û dirist a kurdîtiyê berdewam bûye û ji bo mafê gelê Kurdistanê, him di dirûşm de û him di pratîkê de hertim pêşeng bûye.

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de pîrozbahiyên xwe pêşkêş dike û dibêje: “Bi boneya 16ê Tebaxê, 73emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî hemû kadro, endam û alîgirên PDK dikim. Herwiha pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîd, Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî dibêje: “Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve di sengera herî pêşî ya berevanîkirina li mafên rewa yên gelê me de ye û ji bo serfirazî û azadiya gelê me, tevî hêzên têkoşer û niştimanperwer ên din ên Kurdistanê, gelek qurbanî daye.”

Di beşeke din a peyama xwe de amaje bi siyaset û stratejiya PDKê dike û dide xuyakirin: “Partiya Demokrat a Kurdistanê bi siyaseteke rast û dirist û bi aşkere xebat kiriye û armanca xwe ya stratejî destnîşan kiriye û heta îro jî bi peyrewkirin rêbaza Barzanî wek riya rast a kurdîtiyê di dirûşm û pratîkê de jî pêşeng e.”

Serok Mesûd Barzanî destnîşan dike: “Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim ku careke din spasiya xweragirî û kolnedana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Piştevanî û xweragiriya we, sermayeya bêdawî ya PDKê ye û hêza zêdetir dide me û hewl û têkoşîna me ji bo dabînkirina dahatûyeke geştir ji gelê me re bihêztir dike.”