Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK sersaxî ji Serokê HUDAPAR û malbata Mehmet Yavuz re xwest

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji ber koça dawî ya serokê berê yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Mehmet Yavuz, sersaxî ji serokê niha yê HUDAPARê û malbata wî re xwest.

Polîtburoya PDKê di peyamekê de ragihand: “Bo Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR).. Bi boneya koça dawî ya birêz Mehmet Yavuz serokê berê yê partiya we û cîgirê serokê niha, em sersaxiyê ji we re û ji heval û mervên rehmetî re dixwazin. Em ji xwedayê mezin lavakar in ku cihê rehmetî buheşt be û ev nexweşiya we ya dawî be.”