Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarê Pêşmerge yê Êzdî: Heya Heşda Şeibî û PKK li Şingalê bin Êzdî venagerin Şingalê

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje, rewşa Şingalê xerab e û Heşda Şeibî û PKK li nava bajêr in û heya ew herdû hêz li Şingalê bin Êzdî venagerin ser mal û halê xwe.

Fermandarê Pêşmerge yê Êzdî Qasim Derbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Tiştek bi navê rêveberî li Şingalê tune ye, ji ber ku Heşda Şeibî û PKK nahêlin xelkê Şingalê vegerin ser mal û halê xwe. Divê Bexda jî wê yekê nas bike ku alîkariya wê ji PKKê re dihêle ku xelkê Şingalê venegerin ser malê xwe û rewşa Şingalê xerab be.”

Qasim Derbo wiha got: “Rêveberiya Şingalê ne li wir e û asayiş û ewlehî li wir nemaye. Êzdî belav bûne, beşek çûne Ewropa û beşek li kampan e û beşek jî li ser Çiyayê Şingalê ne. Hikûmeta Iraqê li hemberî avakirina Şingalê û vegera Êzdiyan bo malên wan, xêm xemiyê dike. Nabe Heşda Şeibî û PKK li Şingalê bin û daxwaz bê kirin ku Êzdî vegerin ser malên xwe.”

Derbo wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hewara xelkê Şingalê ve tên, lê Bexda bi erkê xwe ranabe û alîkariya xelkê Şingalê nake, yan jî naxwaze alîkariya wan bike. Şingal bûye armanc û dibe ku rewşa Şingalê ji niha xerabtir jî bibe.”