Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê PDKê li Xaneqîn: Rewşa gundên Kurdan bi temamî xerab e û metirsiyeke mezin heye

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa ragihand, ji ber êrîşa duhî ya li ser nahiyeya Guleco 12 kes bûne qurbanî. Ew dibêje, ne DAIŞ ew êrîş kiriye û destê Heşda Şeibî di êrîşê de heye ji ber ku dixwazin rewşa navçeyê têk bidin û aramî nemîne.

Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Guleco çekdarên nenaskirî êrîş kirin bi qenasan û di serî de 2 endamên asayişê yên Kurdistanê şehîd kirin. Piştre bi hawinan li nava Guleco dan, di encamê de jî hejmareke welatî birîndar bûn. Piştre jî şer derket û di encamê de 4 kesên din jî şehîd ketin û 8 jî birîndar bûn, ku endamê asayişê û hêza Dije Terorê û Pêşmerge û welatî bûn. Ew 8 kesî ku birîndar in jî rewşa wan xerab e û metirsî li ser jiyana wan heye.”

Şêx Ceifer wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku çekdar êrîş dikin, beriya çend rojan jî li Celewla û gundê Şefîq êrîş kirin, ku bi qenasan li xelkê didin û piştre direvin, bê ku kes nas bike ew kî ne. Tê gotin ku ew DAIŞ in, lê bi baweriya min ne DAIŞ in û çekdarê Heşda Şeibî ne, ku dixwazin rewşa navçeyî bi temamî têk bidin, da ku xelk neçar bibin ku bar bikin yan jî bibin çekdarên wan, ji ber ku xelkê wan navçeyan naxwazin tevlî heşda Şeibî bibin.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Eger ne Heşda Şeibî ew kar kiribe, ma DAIŞ çawa dikare bi nava wan hemû hêzên Iraqê bê û rokêt û hawinan bavêje ser xelkê sivîl, lewma jî ez dibêjim Heşda Şeibî bi xwe wî karî dike û niha rewşa gundên Kurdan pir xerab e û metirsiyeke mezin li ser wan heye.”