Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serkirdeyekî YNKê: Divê sînorek ji PKKê re bê danîn

 

Silêmanî-KDP.info- Ji ber PKKê berdewam artêşa Tirkiyê bi balafiran li navçeyên sînorî û gundên Başûrê Kurdistanê didin, serkirdeyekî YNKê jî dibêje, ji ber PKKê xelkê me koçber dibin û divê sînorek ji PKKê re bê danîn.

Endamê Serkirdayetiya YNKê Mihemed Wetman ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Herêma Kurdistanê ji ber şerê PKK û Tirkiyê gelek ziyan dîtine, herwiha gelek gund xelk ji ber wî şerî ji mal û gundên xwe reviyane û koçber bûne. PKK rewşa Herêma Kurdistanê liberçav nagre. PKK xwe wek xwediyê malê dibîne û guh nade hikûmetê û xelkê Kurdistanê. Xelkê me jî gelek ziyan ji ber PKKê dîtine. Heq bi PKKê re tune ye ku wî karî dike û ew partiyeke Bakurê Kurdistanê ye û ne ya Başûr e.”

Mihemed Wetman wiha got: “PKK gumrik û pereyan ji xelkê me distîne û pirsgirêkan ji xelkê re derdixin. Xelkê Herêma Kurdistanê gelekî tehemûl kirine ji destê PKKê. Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi cidî ligel PKKê biaxivin û sînorekî ji PKKê re deynin, tevî ku PKK guh nake li kesî û berjewendiyên hikûmet û welatiyên Herêmna Kurdistanê liberçav nagre.”