Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Kerkûkê bi erebkirin berdewam e..Êdî Turkmanan jî ji Tileifer tînin Kerkûkê

 

Kerkûk-KDP.info- Birêberê Çandiniyê yê Kerkûkê Mehdî Mubarek ragihand ku proseya bi erebkirina parêzgehê berdewam e û niha jibilî bi erebkirina derdora Kerkûkê niha bi şêweyekî berfireh ew prose li nava bajarê kerkûkê jî destpê kiriye. Herwiha Turkman jî Tileifer berê xwe didin nahyeya Taze ya sînorê Kerkûkê.

Mehdî Mubarek ji malpera KDP.info re ragihand: “Proseya bi erebkirinê li sînorê parêzgeha Kerkûkê berdewam e û niha ew prose bi şêweyekî berfireh gihîştiye nava bajêr jî. Ereb tên ser zeviyên Kurdan û îdareya Kerkûkê jî hemû alîkariyan ji wan re dikin, wek veguhstina nasname û karta xwarinê.”

Mubarek wiha got: “Heya niha amareke hûr tune ye, lê hejmareke pir mezin hatine Kerkûkê û ew prose berdewam e û nehatiye rawestandin. Ji ber ku dixwazin gelek Ereban bînin Kerkûkê, ji bo ku hejmara Ereban li Kerkûkê zêdetir bikin.”

Birêberê Çandiniyê yê Kerkûkê wiha domand: “Jibilî anîna Ereban, êdî Turkman jî bi heman şêwe destpê kirine ku Turkmanan ji nahiyeya Tileifer tînin nahiyeya Taze a ser bi Kerkûkê ve û li wir bicîh dikin, ji ber ku xelkê wê nahiyeyê Turkman in.”