Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serkirdeyekî Sunne: Ji bo aramiya Iraqê gerek Bexda bi Kurdistanê re pirsgirêkan çareser bike

Hewlêr-KDP.info- Serkirdeyekî Sunneyan dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayêm bi komeke pêşniyar serdana Bexdayê kiriye û Hikûmeta Iraqê jî eger bixwaze aramî li Iraqê hebe pêwîst e bi Herêma Kurdistanê re lihev bike û pirsgirêkan çareser bike.

Dr. Elî Mekî serkirdeyê Sunne, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re çareser bike û êdî ew arîşe û kêşe berdewam nebin, lewma jî serokê hikûmeta Kurdistanê di destpêka karê xwe de serdana Bexdayê kir, ku ew jî pêngaveke pir erênî bû û pêwîst e Hikûmeta Iraqê jî wisa be û pêşwaziyê li wê pêngava Hikûmeta Kurdistanê bike.”

Mekî wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê komeke pêşniyar ji bo çareserkirina kêşeyan anîbû Bexdayê, ji bo ku rêkeftin li ser wan çêbibin, lewma jî em hêvî dikin ku rêkeftin li ser wan çêbibe û pirsgirêk çareser bibin.”

Dr. Elî Mekî wiha domand: “Hikûmeta Iraqê eger bixwaze ji aliyê siyasî û ewlehî û abûrî ve Iraq aram be, pêwîst e ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bighê rêkeftinê û pirsgirêk û kêşeyan çareser bike, ji ber ku li cihekî Iraqê kêşe hebe dê li hemû Iraqê aramî nebe, nexasim jî ligel Herêma Kurdistanê, lewma jî nabe êdî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de berdewam bin û pêwîst e çareser bibin.”