Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê destxweşî li Asayiş û Dije-Terora Kurdistanê kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî girtina tometkarên êrîşa li Hewlêrê peyamek belav kir û tê de destxweşiyê li hêzên Asayişê û hêza Dije-Terorê ya Kurdistanê dike û dibêje ku hewla serekî ya desthilata Herêma Kurdistanê li ser girtina tawanbaran û hevkarên wan bû û dê wiha be jî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamek de ji bo destgîrkirina tawanbarê serekî û hevkarê êrişa roja 17.07.2019 ya teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê, destxweşiyê li hêzên Asayîş û Dije Terora Herêma Kurdistanê kir û dibêje: “Hêza Asayiş û Dije Terora Kurdistanê serkeftiyane karîn tawanbarê serekî û hevkarekî karê terorîstiya roja 17ê Tîrmeha 2019ê ya teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê destgîr bikin ku cihê mixabiniyê bû li wê rûdana terorîstiyê de dîplomatekî Tirkiye û dû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Serkeftina hêza Asayîş û Dije Teror li erkê xwe yê serekî de, dilsoziya van hêzane ku kar û parastina Herêma Kurdistanê û hemwelatiyan piştrast dike. Diyar e piştî rûdaneke wiha nexweş û tirsnokane, tekeziya serekî ya desthilata Herêma Kurdistanê li ser destgîrkirina tawanbaran û hevkarên wan bû û di vê destkefta serkeftiyaneya hêzên Asayiş û Dije Terorê li wê de bûye ku herdem karîne hewlên terorîstan pûç bikin û nehêlin ziyan bigihe bi xelkê Herêma Kurdistanê û mêvanên wê.

Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî dide zanîn ku Asayiş û Dije-Terorê heta niha jî li gora şiyanên xwe Herêma Kurdistan û hemwelatiyên wê parastine û di dema pêş de jî dê li ser erk û karê xwe yê cidî berdewam bin bo dabînkirina aramî û asayişê li Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir dê li gorî yasayan miamele li gel girtiyan û hevkarên wan were kirin.