Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Kurdistan dê bi xebata hêzên dilsoz herdem aram bimîne

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo girtina tometbarên êrîşa li Hewlêrê destxweşî li hêzên Asayiş û Dije-Terora Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistanê, dê bi xebata wan hêzên dilsoz û bi alîkariya welatiyên me herdem aram bimîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21.7.2019 derbarê girtina tometbarên êrîşa li Hewlêrê de peyamek belav kir û tê de destxweşî li hêzên Asayiş û Dije-Terora Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî di peyamê de dibêje, Herêma Kurdistanê dê bi xebata dilsozane ya hêzên ewlehiyê û alîkariya welatiyan herdem aram bimîne.

Di peyama xwe Mesrûr Barzanî got: “Ez bi germî destxweşî li hêzên Asayiş û Dije-Teror û hemû hêzên din ên ewlehiyê dikim ku karîn di demek kurt de tohmetbar û hevkarê êrişa terorîstî ya xwaringeheke Hewlêrê bigirin. Mixabin ew êriş bû sebeba can jidestdana dîplomatekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje: “Ev serkeftin, berhema dilsozî û xebata wan hêzan e ku bûne parêzerên aramî û asayişa Herêma Kurdistanê. Ez spasiya welatiyên Herêma Kurdistanê jî dikim ku berdewam piştevan û alîkarên dezgehên Asayişa Herêma Kurdistanê bûne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez dike Herêma Kurdistanê, dê bi xebata van hêzên dilsoz û bi alîkariya welatiyên Kurdistanê her dem aram bimîne.