Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Tawankarên êrîşa Hewlêrê dê bêne cezakirin

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, êrîşa îro ya li Hewlêrê şermezar kir û weke “kiryareke tawankarî û tirsnokî” bi nav kir. Serokatiyê herwiha diayr kir: “Lêkolîn û lidûvçûn bo girtina tawankaran berdewam e, jibo ku bêne sizadan.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê: “Em bi tundî vê êrîşa tawankarî û tisnok şermezar dikin ku îro nîvro li Hewlêrê karmendekî konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî Herêma Kurdistanê kire armanc û di encamê de herduyan canê xwe ji dest dane û welatiyekî din jî birîndar bûye.”

Di daxuyaniya xwe de Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Em tekez dikin ku em rê nadin asayişa Herêma Kurdistanê were alozkirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Lêkolîn û lidûvçûn bo girtina tawankaran berdewam e, jibo ku bêne cezakirin.”