Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rûsya kir

Hewlêr-KDP.info- Birêz Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê pîrozbahiya xwe û rêzdar Sergi Lavrov Wezîrê Derve û Mîxaîl Bogdanov Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsya ji bo destbikarbûna wekî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Nêçîrvan Barzanî ragihand û hêviya serkeftinê xwest. Li beramber da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya wan kir û silav û rêzên xwe ji bo birêz Wezîrê Derveyê Rûsya û Cîgirê wî re şand.

Li hevdîtina ku berî nîvroya îro 17/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, her dû alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Rûsya û çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexda li ser bingeha destûrê kir. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriyê nîşan da û balkişand li ser serdana doh ya şandekî bilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexda.

Nirxandina rewşa Rojhilata Navîn û çend babetekî peywendîdar bi rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî dinê vê civînê bû.