Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kê deriyê Başûr ji Tirkiyê re vekiriye!

Aryan Ferec

Leyla Guven, ku yek ji parlamenterên HDPê yên mezheb PKK ye, dibêje: “Divê Barzanî û deselatdarên Herêma Kurdistanê axa Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê re venekin û em li hemberî şaşîtiyên bi vî awayî bêdeng namînin.”

Ecêb e.. PKK di demekê de vê daxwazê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê dike û li hêviyê ye ku Hikûmeta Kurdistanê rê li pêşiya artêşa Tirkiyê bigre, lê di heman demê de ew qet hebûna vê rêveberiyê nabînin û qet jî vê rêveberiyê nas nakin û ti hurmetê jê re nagrin. Ew yasa û serwerî û rewatiya Herêma Kurdistanê binpê dikin. Berê xwe didin Başûrê Kurdistanê wek mala bêxwedî û tê de vedigevizin. Şerê Tirkiyê dikin, ziyan jî ya xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Ev rêveberiya ku PKK qet îtîrafê pê nake, dema ku artêşa Tirkiyê wan dişkîne, daxwaz jê dikin ku rêgiriyê li artêşa tirk bike.

Bi rastî beriya ku artêşa Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirbe, PKK sînor û deselat û rewatiya wê binpê kiriye û Başûrê Kurdistanê cihê şerê xwe yê bêsûd ligel Tirkiyê. Yê ku axa Başûr ji Tirkiyê re vekiriye, PKK ye û ne Hikûmeta Kurdistanê ye. Yê ku artêşa Tirkiyê dikşîne nava axa Başûrê Kurdistanê PKK ye, ne deselatdarên Herêma Kurdistanê ne. Yê ku razîbûn daye Tirkiyê ku hêza xwe bîne nava axa Başûr, reva PKK ye ji meydana wê ya rasteqîne û xwe melisandina PKK ye li Başûr. Rêya herî baş ji bo ku artêşa Tirkiyê neyê nava axa Herêma Kurdistanê, ew e ku PKK li xwe vegere û biçe meydana xwe ya rasteqîne û dawiya xwesepandina xwe li ser Başûrê Kurdistanê bîne, herwiha hurmeta wê hebe ji bo rêveberiya rewa ya Herêma Kurdistanê û jiyan û ewlehiya xelkê Başûrê Kurdistanê liberçav bigrin, ku niha ew xelkê ser sînor di rewşeke pir dijwar de ne. Artêşa Tirkiyê ji hinceta PKK tê nav axa Başûr, PKK jî dikare wê hincetê ji Tirkiyê re nehêle.

PKK di demekê de bi hinceta ku Başûr ne tenê axa xelkê Başûr e û divê axa wê ji bo xebata hemû aliyan vekirî be, bi vê hincetê rewatiyê dide çekdarên xwe ku li Başûrê Kurdistanê bin, lê ew bi xwe li Rojavayê Kurdistanê, ne tenê rêgiriyê li Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê dikin, lê belê rêgiriyê li xelkê Rojava bi xwe jî dikin, bi taybetî jî ew kesên ku ne ser bi PKK bin û tevgera siyasî jî li ser wan qedexe kirine. Li perçeyên din ên Kurdistanê jî rêgiriyê dikin li partiyên resen û yên cih û şerê wan dikin û ji xwe pê ve kesî qebûl nakin. PKK li dijî xebata netewî û Kurdistanî ya Başûrê Kurdistanê ye û ji rêveberiya Başûr re dibêjin hûn şofênîzim û regezperesit binav dike.

PKK divê zanibe ku Başûrê Kurdistanê bi ked û hîmeta Barzanî û cangoriya Pêşmerge û xweragriya xelkê Kurdistanê hatiye. Ev rêveberî azad û parastî ye û hatiye naskirin. Axa wê ji bo leşkerên ti aliyekî nehatiye vekirib û venabe jî. Eger PKK hinceta nede artêşa Tirkiyê û Başûr neke cihê meydana şerê, wê gavê ne Tirkiye û ne jî ti artêşeke din dikare bê nava axa Başûrê Kurdistanê.