Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo Encûmena Asayişa Navdewletî: Alîkar bin di çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd li Bexdayê ligel şanda Encûmena Asayişa Navdewletî civiyan û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re got, Herêma Kurdistanê dixwaze ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkên di nvabera Hewlêr û Bexdayê de, Neteweyên Yekgirtî (NY) bi rola xwe rabe û alîkar be û piştgiriya çareseriyê bike.

Îro Şemiya 29.6.2019 Li Bexdayê Nêçîrvan Barzanî û Dr. Vala Ferîd û hejmareke din ji berpirsên Herêma Kurdistanê ligel her 15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî û nûnera taybet a sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, civiyan.

Di civînê de endamên Encûmena Asayişa Navdewletî kêfxweşiya xwe bi civîna ligel Nêçîrvan Barzanî nîşan dan û pîrozbahî lê kirin ji ber destbikarbûna wî wek serokê nû yê Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa dijwar a ku bi ser Herêma Kurdistanê de hat, kir û behsa şerê DAIŞê û qonaxa niha û pêşerojê jî kir. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê amade ji bo pêşxistina pêwendî û têkeliyên xwe ligel ligel Hikûmeta Iraqê û ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha Destûrê Iraqê, ji bo vê yekê jî pêwîstî bi rol û piştgîrî û alîkariya Neteweyên Yekbûyî heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Herwiha tekez kir li ser giringiya alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Hevpeyamniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê, nexasim jî li navçeyên madeya 140 û derbarê vê yekê de tekez kir li ser giringiya alîkariya Neteweyên Yekgirtî, herwiha spasiya rola Hevpeymaniya Navdewletî kir li ser piştgîriyên wê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û di şikandina terorê de.

Di wê civînê de, herdû aliyan behsa rewşa navçeyê bi giştî kirin û herwiha behsa avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî kirin, û behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran kirin û herwiha behsa çaksazî û reforman û derfetên kar û veberhênanê li Kurdistanê kirin. Herdû aliyan behsa avedankirina navçeyên ku ji ber şerê DAIŞê ziyan dîtine, kirin û behsa vegera koçberên Iraqê bo ser mal û halê wan kirin.